Mijdar 04, 2022 12:22 Asia/Tehran
  •  TUÎK: Rêjeya enflasyonê sedî 85,1e; ENAG: Sedî 185 e

ENAG’ê rêjeya efnlasyonê ya Cotmehê weke ji sedî 185 û TUÎK’ê jî ev rêjeye weke ji sedî 85,1 nîşan da.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyona mezêxer û hilberîneran a meha Cotmehê parve kir. Li gorî TUÎK’ê, di Cotmehê de enflasyon li gorî mehan ji sedî 3,5 zêde bû û li gorî salane jî bû ji sedî 85,1. Di meha Îlonê de jî enflasyona salane derketibû ji sedî 83,45’an. Li gorî daneyên Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê, di meha Cotmehê de enflasyona salane ya Stenbolê ji sedî 108,77 zêde bûye. 

Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî destnîşan kiribû ku di meha Cotmehê de enflasyon ji sedî 7,18 zêde bûye û li gorî salane jî bûye ji sedî 185,34. ENAG’ê ragihand ku ji serê salê heta niha enflasyon ji sedî 115,82 ye. Dema daneyên Koma Lêkolînê yên vê mehê û yên mehek berê didin ber hev, tê dîtin ku enflasyon puanek ketiye.

Li gor hesabên Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) kirine, enflasyona mehane ji sedî 7,18 zêde bû. Zêdebûna enflasyona 12 mehan jî bû ji sedî 185,34. Dema ku komên jêrîn ên TUÎK’ê wek nîşanker hatin girtin, kêmbûna mehane ya herî bilind ji sedî 1,92 di xaniyan de û zêdebûna herî bilind jî ji sedî 21,50 di kinc û pêlavan de pêk hat. 

Li gor hesabên ENAG’ê enflasyona mehane ya îlonê, ji sedî 5,30 zêde bûbû.

 

Serepeyv