Asta zimhêrên zêr û diwîzê yên Banka Navendî ya Tirkiyê kêmtir bû
Asta zimhêrên zêr û diwîzê yê Banka Navendî ya Tirkiyê di hefteya ku dawiya wê 21ê Cotmehê bû da, zêdetirî 2 miliyar dolarî kêmtir bû.
Zimhêrên zêr û diwîzê yê Banka Navendî ya Tirkiyê di hefteya ku dawiya wê 21ê Cotmehê bû da zêdetirî 2 miliyar dolarî kêmtir bû.
Li gorî amara herî dawî ya Banka Navendî ya Tirkiyê, bihayê gişt zimhêrên zêr û diwîzê yên Banka Navendî ya Tirkiyê di hefteya beriya 21ê Cotmehê da bi qasî 2 miliyar û 59 miliyon dolarî kêmtir bû û gihîşte 113 miliyar û 967 dolarî.
Berheva zimhêrên zêr û diwîzê yên Banka Navendî ya Tirkiyê di hefteya bidawîhatî bi 14ê Cotmehê da bi qasî 116 miliyar û 26 miliyon dolarî hatibû ragihandin.
Receb Teyib Erdoxan û hikûmeta wî di halekî da ji bo hilbijartina serokomariyê ya sala tê amade dibin ku qeyrana aborî ya giran di mehên dawî da jiyana bi miliyonan welatiyên Tirkiyê felec kiriye û nerazîtiya ji Erdoxan û xebata wî bi awayekî kêmdîtî zêdetir bûye.