Pêşkêşkirina reşnivîsa destûra nû ya Tirkiyê li hefteya bê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337338-pêşkêşkirina_reşnivîsa_destûra_nû_ya_tirkiyê_li_hefteya_bê
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja Înê ragihand ku projeya destûra nû ya vî welatî dê hefteya bê were pêşkêşkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2022 06:14 Asia/Tehran
  • Pêşkêşkirina reşnivîsa destûra nû ya Tirkiyê li hefteya bê

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja Înê ragihand ku projeya destûra nû ya vî welatî dê hefteya bê were pêşkêşkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li bara bidawîbûna dema qanûna bingehîn a kevin a vî welatî got: Projeya qanûna bingehîn a nû heftiya bê tê pêşkêşkirin.

Erdogan: Yek ji armancên dîtiniya sed salî ya Tirkîyê, dariştina destûreke nû ya welêt e ku berhema îradeya netewî ye.

Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê jî kir, ku welatê wan dê di 100 salên bê de li ser riya destkeftên xwe berdewam bibe.

Çend roj berê Erdogan di axaftineke xwe de gotibû ku cîhan ji 5 welatan mezintir e û divê avahiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bê reformkirin.

Erdogan herwiha diyar kiribû: “Nabe ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku tenê bi berçavgirtina pêşîneyên 5 endamên daîmî tevdigere, pêşî li şer û pevçûnan bigire û aştî, îstiqrar û ewlehiyê pêk bîne.