Cotmeh 27, 2022 22:24 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrê şer ê Rejîma Siyonîst li gel wezîrê berevaniya Tirkiyê li Enqerê

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Enqera paytexta Tirkiyê bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz re hevdîtin kir.

Enqere bi îdiaya piştevaniya ji doz û daxwazên miletê Filistînê û berevaniya ji mafên rewa yên filistîniyan li hember Rejîma Siyonîst a Îsraîlê, pêvajoya başkirina peywendiyên bi siyonîstan re bileztir kiriye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Hulusî Akar wezîrê berevaniya Tirkiyê îro li Enqerê bi wezîrê cengê yê Rejîma Îsraîlê Benny Gantz re hevdîtin û gotûbêj kir.

Di vê hevdîtina Akar û Gantz de heyetên her du aliyan jî beşdar bûn.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi Wezîrê Parastinê yê Rejîma Îsraîlê ra hevdîtin kir. Der barê naveroka van hevdîtan û gotûbêjên wan de tu nûçe nehatine weşandin.

Eva çend sal in ku hikûmeta Erdogan ji rû ve pêwendiyên sar bi Rejîma siyonîstî re hebû lê ti caran pêwendiyên wan ên aborî û bi dizî ve qut nebûn.

Serepeyv