Girtinên bi sûcê hevkariya bi Koma Feto li Tirkiyê berdewam in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337217-girtinên_bi_sûcê_hevkariya_bi_koma_feto_li_tirkiyê_berdewam_in
Dadgeha Antalyayê ya Tirkiyê hikmê girtina 32 kesan bi sûcê hevkariya bi koma Fetoyê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2022 10:01 Asia/Tehran
  • Girtinên bi sûcê hevkariya bi Koma Feto li Tirkiyê berdewam in

Dadgeha Antalyayê ya Tirkiyê hikmê girtina 32 kesan bi sûcê hevkariya bi koma Fetoyê da.

Dewleta Tirkiyê dibêje koma Fethullah Gulen bi têketina nav saziyên dewlet û ewlehyiê, rewş ji bo darbeya 15ê Tîrmeha 2016an li vî welatî amade kiriye; lê Gulen vê tawan red ike.

Fethullah Gulen niha li Pensîlvanyaya Amerîkayê dimîne û Enqereyê heta niha nekariye Waşîngtonê ji bo radestkirina wî qanih bike.

Ajansa Anatoliyê ragihandiye ku di operasiyona li dijî endamên koma Fetoyê li Antalyayê 102 berşik hatibûn girtin ku 32 kes ji wan bi hikmê dozgeriya vî bajarî hatine zîndanîkirin.

Li gorî hikmê vê dadgehê, 65 kes jî bi şertê kontrolkirina dadweriyê hatine berdan û hikmê hebsa navmalî li 4 kesan birrîn.