Bûdceya leşkerî ya Tirkiyê bo 26 miliyar Euro hat zêdekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337159-bûdceya_leşkerî_ya_tirkiyê_bo_26_miliyar_euro_hat_zêdekirin
Serokomarê Tirkiyê tevî amajeya bi zêdebûna gefên navçeyî qala zêdebûna bûdceya leşkerî ya vî welatî di sala 2023an da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2022 04:30 Asia/Tehran
  • Bûdceya leşkerî ya Tirkiyê bo 26 miliyar Euro hat zêdekirin

Serokomarê Tirkiyê tevî amajeya bi zêdebûna gefên navçeyî qala zêdebûna bûdceya leşkerî ya vî welatî di sala 2023an da kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê roja Çarşemiyê di axaftina li nav nûnerên AKP'yê got, Bûdceya leşkerî ya Tirkiyê di sala 2023an da dê bigihêje derdora 26 miliyar dolarî.

Wî got: "Di encama zêdebûna gefan li cîhanê û cînaretiya me da, em bûdceya xwe ya berevaniyê ji bo sala 2023an bi qasî têrê, 469 miliyar lîreyî (26 miliyar dolarî) zêde dikin."

Di vî halî da, Xulûsî Akar wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê jî ji Yûnan û Qibrisê xwest zêdetir çekan nekirin.

Wî got: Gişt divê bizanin ku meyl û meraqa Yûnan an Qibrisê ji bo dabînkirina çekan bi ti awayî alîkariyê nake, ji bilî vêya ku kêşeyê zêdetir dike.