Civîna 8emîn a Komîteya Stratejîk a Bilind a Tirkiye-Qeterê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337068-civîna_8emîn_a_komîteya_stratejîk_a_bilind_a_tirkiye_qeterê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî serokatiya Civîna 8emîn a Komîteya Stratejîk a Bilind a Tirkiye-Qeterê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2022 17:51 Asia/Tehran
  • Civîna 8emîn a Komîteya Stratejîk a Bilind a Tirkiye-Qeterê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî serokatiya Civîna 8emîn a Komîteya Stratejîk a Bilind a Tirkiye-Qeterê kirin.

civîn li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û wezîrên eleqedar ên her du welatan beşdarî civînê bûn.

Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Mihemed bin Ebdurehman Al Sanî piştî civînê Danezana Hevpar a Civîna Heştemîn a Komîteya Stratejîk a Bilind a Di Navbera hikûma Tirkiyê û hikûmeta Qeterê da îmze kir.

Di merasima ku di hizûra Serokomarê tirk Erdogan û Mîrê Qeterê Şêx Temîm de hat bi rê ve birin, li qadên curbicur 11 peymanên hevkariyê yên cuda hatin îmzekirin.