Teqîna Madenekê li bakurê Tirkiyê û mayîna 50 kesan di bin xirbeyan de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337055-teqîna_madenekê_li_bakurê_tirkiyê_û_mayîna_50_kesan_di_bin_xirbeyan_de
Rayedarên hikûmeta Tirkiyê teqîna li yek ji madenên bakurê wî welatî û mayîna nêzîkî 50 kesan di bin kavilan de xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2022 05:59 Asia/Tehran
  • Teqîna Madenekê li bakurê Tirkiyê û mayîna 50 kesan di bin xirbeyan de

Rayedarên hikûmeta Tirkiyê teqîna li yek ji madenên bakurê wî welatî û mayîna nêzîkî 50 kesan di bin kavilan de xeber da.

Li gor nûçeya ajansa IRIB News; Parêzgariya Bartin li bakurê Tirkiyê êvariya roja Îniyê ragihand ku teqînek di madenekê de li devera Amasra li peravê Derya Reş di kûrahiya 300 metreyan a madenê de rû daye û got: “Xebatkarên agirkuj û kedkarên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin."

Sedema vê bûyerê hêj nehatiye diyarkirin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrên Karên Navxweyî, Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Suleyman Soylu û Fatîh Donmuz şandin cihê bûyerê da ku ji pêşhatên dawî yên vê bûyerê agahdar bibin.