Cotmeh 10, 2022 08:06 Asia/Tehran
  • Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser dewama êrîşa vî welatî ser Sûriyê tekez kir

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi weşandina peyamekê bi boneya salvegera sêyem a destpêbûna operasiyona bi navê 'Kaniya Aştiyê' li bakûrê Sûriyê, li ser dewama êrîşa ser navçeyên Sûriyê bi behaneya şerê dijî komên terorîstî tekez kir.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi weşandina peyamekê bi boneya salvegera sêyem a destpêbûna êrîşa li ser Sûriyê ya bi navê Operasiyona Kaniya Aştiyê ku bi behaneya şerê dijî komên terorîstî li bakûrê Sûriyê dest pê kiriye, li ser dewama êrîşên li dijî bakûr û rojhilatê Sûriyê tekez kir.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê her wiha îdia kiriye ku di çarçoveya operasiyona Kaniya Aştiyê da 4200 kîlometreyên çarkunc ji bakûrê Sûriyê ji bin dagirkeriya komên terorîsîtî hatiye azadkirin, 3 hezar û 700 terorîst hatine kuştin û rewş ji bo vegeriyana miliyonek awareyên sûrî bo welatê xwe hatiye xweşkirin.

Tirkiyê di çarçoveya vê operasiyonê da û bi behaneya serkutkirina hêzên qaşo terorîst, beşeke mezin a axa Sûriyê dagir kiriye û hewleke berfireh ji bo guhertina demografiya navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê dest pê kiriye û komên tundrê û terorîst li deverên kurdnişîn bi cih kirine.

 

Serepeyv