Qanûna Hîcabê li Tirkiyê bûye mijara gengeşeya CHP û partiyên desthilatdar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i336895-qanûna_hîcabê_li_tirkiyê_bûye_mijara_gengeşeya_chp_û_partiyên_desthilatdar
Gotinên vê dawiyê yên Kemal Kilîçdaroxlû serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) ya Tirkiyê derbarê hîcaba jinan, dengvedaneke berfireh li medyayan pêk anî. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2022 08:57 Asia/Tehran
  • Qanûna Hîcabê li Tirkiyê bûye mijara gengeşeya CHP û partiyên desthilatdar

Gotinên vê dawiyê yên Kemal Kilîçdaroxlû serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) ya Tirkiyê derbarê hîcaba jinan, dengvedaneke berfireh li medyayan pêk anî. 

Rojnameya Yeni Şafak’ê, Rêberê CHP’yê ku vê dawiyê dixwaze bala malbatên alîgirê Îslamê li Tirkiyê bikişîne û wan ji Erdoxan veqetîne, vê dawiyê gotiye: Li gorî naveroka ron û aşkira ya Qanûna Bingehîn a me, xebitîna jinên bi hîcab li rêveberiyan wek kedkar qedexe ye. Divê herî zûtir ev qanûna cihêkarane were rakirin. Em ê pêşnumayekê bidin parlimanê ku ti kesek di ti rêveberî û saziyekê da nekare astengiyê ji bo jinên bi hîcab derxîne.

Dewlet Baxçelî rêberê Partiya Hereketa Neteweyî (MHP) û hevparê Erdoxan di Hevpeymaniya Komarê da, rêberê CHP’yê bi neçêbikaranîna hestên dînî yên gel tawanbar kir û ragihand ku aniha jî karê ti kesî bi hîcaba jinan neketiye û pêwîst nîne tu dilê xwe seba vê yekê bişewitînî.