Cotmeh 03, 2022 18:05 Asia/Tehran
  • Enflasiyonê li Tirkiyê rekoreke nû tomar kir

Tirkiyê di Îlona 2022an da enflasiyona sedî 83,4 tomar kir.

Li gorî amarên fermî ku roja Duşemiyê hatin weşandin, Tirkiyê di meha Îlona 2022an da nirxa nû ya enflasiyonê bi rêjeya sedî 83,4 tomar kir. Zêdebûna bihayê kelûpelên li bazarê encama dewama daketina nirxa Lîreya Tirkiyê û daxistina vê dawiyê ya nirxa fayîzê ji 13 bo 12 ye. Tiştê ku Banka Navendî ya Tirkiyê hefteya derbasbûyî ragihand.

Lîreya Tirkiyê ku ji destpêka sala 2022an heta niha zêdetir ji nîvê nirxa xwe ji dest daye, sibeha roja Duşemiyê careke din daket û her dolareke Amerîkayê bi 18,56 lîreyên Tirkiyê hat kirrîn.

Rewşa aboriyê li Tirkiyê gelek pirsgirêk ji bo gel pêk anîne; Bi awayekî ku kirêya malê li Stenbolê ji navgîna meaşa herî kêm li vî welatî zêdetir bûye. Her wiha beşeke gelê Tirkiyê ji ber zêdebûna çendcarî ya pereyê elektrîk û gazê nikarin wan bidin û gaz û elektrîka wan tê qutkirin.
 

Serepeyv