Li Wanê 30 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i336577-li_wanê_30_koçberên_bêdestûr_ên_ji_efxanistanê_hatin_girtin
Li Îpekyoluya ser bi parêzgeha Wanê, di xaniyekî 2 qatî de 30 koçberên bêdestûr ên ku bi rêyên dereqanûnî hatine nav Tirkiyê, hatin girtin û 3 gumanbar hatin binçavkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2022 09:21 Asia/Tehran
  •   Li Wanê 30 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê hatin girtin

Li Îpekyoluya ser bi parêzgeha Wanê, di xaniyekî 2 qatî de 30 koçberên bêdestûr ên ku bi rêyên dereqanûnî hatine nav Tirkiyê, hatin girtin û 3 gumanbar hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Ekîbên Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan ên Rêveberiya Ewlekariya Wîlayetê û yên Şaxa Deriyên Sînorî ya Tirkiyê digel ekîbên operasyona taybet, li ser îxbarê li taxa Mîthatbeyê girtin ser xaniyekî 2 qatî.

Di operasyonê de 30 welatiyên Efxanistanê yên ku bi rêyên dereqanûnî hatine nav Tirkiyê, hatin girtin.

Koçberên bêdestûr birin Rêveberiya Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî.

Ji aliyekî din ve 3 gumanbarên ku tê îdiakirin qaçaxçîtiya koçberan dikin, hatin binçavkirin.