Leşkerekî din ê artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê jiyana xwe ji dest da
Leşkerekî din ê artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê hat kuştin.
Ev çend sal in artêşa Tirkiyê bi hinceta têkoşîna li dijî terorê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine. Ev dagirkeriya Tirkiyê ji aliyê hikûmet û gelê Sûriyê û civaka navdewletî ve hatiye şermezarkirin û binpêkirina serwerî û yekperçetiya axa Sûriyê hatiye ragihandin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê duh, Şemiyê, di çarçoveya operasyona bi navê Çiqlê Zeytûnê ya artêşa vî welatî li bakurê Sûriyê, yek ji hêzên leşkerî yên vî welatî bi navê Ramazan Uçakcî ragihand. Di 23'ê Tebaxê de ji ber êrîşa bi hawanan a çekdarên kurd birîndar bûbû û bi tezetî can da.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di 20ê Çileya 2018an de Operasyona qaşo Çiqlê Zeytûnê ser herêma Efrînê ya Sûriyê despê kir û aqubet ev herêm dagîr kir.