Îlon 08, 2022 11:09 Asia/Tehran
  • Biryara Komkara Erebî li hemberî destêwerdanên Tirkiyê di nav welatên Erbî de bû sedema hêrsbûna Tirkiyê

Tirkiye biryar û daxuyaniyên Komkara Ereban ên derbarê dagîrkerî û destêwerdanên Tirkiyê di karûbarên navxwe yên welatên Erebî (Sûriye û Iraq), red dike û dibêje, Tirkiye dê şerê xwe yê li dijî gefên terorê yên li ser ewlehiya wê ya netewî berdewam bike.

Wezîrên Derve yên Komkara Erebî li civîna Qahîreyê ya 6ê Îlonê, biryara avakirina Komîteyek dan ku hewlên Tirkiyê yên destêwerdana di welatên Erebî de û dagîrkirina axa welatên erebî werin şopandin.

Li ser vê yekê, Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ew biryar û daxuyaniyên Komkara Erebî bi tundî red dikin ku Tirkiye careke din bûye armanca tomet û îdîayên bêbingeh.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bal kişand ser vê yekê ku Tirkiye dê di şerê xwe yê li dijî gefên terorîstî û li dijî ewlekarî û berjewendiyên xwe yên neteweyî di çarçoveya prensîb û bendên qanûna navdewletî de berdewam bibe.

Vê wezaretê herwiha îdia kir, şerê Tirkiyê li hember rêxistinên cudxwaz, bo parastina yekparçeyiya axa welatên cîran û serweriya wan ya siyasî jî girîng e û Tirkiye amade ye bi Komkara Erebî re hevkariyê bike.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di 24ê Tebaxa 2016an de, bi bihaneya şerê li dijî DAIŞê û HSDê dest bi destêwerdana rasterast a leşkerî li bakurê Sûriyê û dagîrkirina axa vî welatî kir.

Ji sala 2015ê ve piştî têkçûna proseya aştiyê, bi heceta şerê li dijî PKKê, dest bi êrişa ser Herêma Kurdistanê û bakura Iraqê kir û gelek deverên vî welatî dagir kirin û niha jî her roj Herêma Kurdistanê topbaran û bombebaran dike, ku ev êriş bûne sedema ziyanên canî û maddî yên xelkê herêmê û koçberbûna bi hezaran kesan ji wan.

Serepeyv