Îlon 03, 2022 08:50 Asia/Tehran
  • 133 hezar kompanyayên biçûk li Tirkiyê nikarin deynê xwe bidin

Li Tirkiyê, derbarê 133 hezar û 122 kompanyayên biçûk û navendî de ji ber deyn şopandina qanûnî hatiye destpêkirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li Tirkiyê, 4 milyon û 300 kompanyayên biçûk û navendî hene û li gor rapora “Krediyên KOBΔ ya Tîrmehê ya Saziya Rêkxistin û Venêrîna Bankayan (BDDK) deynê wan roj bi roj zêdetir dibe.

Li gor rapora BDDKê, deynê kompanyayên biçûk û navendî yê krediya bankayan ji Tîrmeha 2021ê heta Tîrmeha 2022an %72 zêde bûye û 800 milyon dolar derbas kiriye. Herwiha ji ber krîza aborî her roj hejmara kompanyayên biçûk, navendî û mezin ku nikarin deynê xwe yên bankayan bidin zêde dibe.

Krediyên bankayan ku dane kompanyayan û êdî bi ti awayî nikarin werbigrin gihiştiye 34 milyon dolarî. Herwiha bankayan ji ber ku nikarin deynê xwe bidin derbarê 133 hezar û 122 kompanyayên biçûk û navendî de şopandina qanûnî dane destpêkirin.

Serepeyv