Erdoxan û Eliyêv bi rêya telefonê axivîn
Tebax 29, 2022 16:47 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê bi rêya telefonê bi serokê Komara Azerbaycanê ra axivî.
Li gorî rapora ajansa DIHA'yê ya Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan di gotûbêja telefonî bi Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê ra, kêfxweşiya xwe ji serweriya dubare ya Komara Azerbaycanê li ser bajarê Laçînê û gundên Zabûh û Sûsê diyar kir.
Serokomarê Tirkiyê her wiha tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji hewildanên Eliyêv ji bo bidestxistina rêkara mayîne û pêkanîna aştî û aramiyê li Qefqaza Başûr, hêvî kir ku pêvajoya asayîkirina peywendiyên welatê xwe û Komara Azerbaycanê bi Ermenistanê ra were domandin.