Li navçeya Westanê ya Wanê 30 koçber hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i336091-li_navçeya_westanê_ya_wanê_30_koçber_hatin_desteserkirin
Li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Tirkiyê ve di nav otomobîlekê de 30 koçber ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 26, 2022 11:13 Asia/Tehran
  • Li navçeya Westanê ya Wanê 30 koçber hatin desteserkirin

Li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Tirkiyê ve di nav otomobîlekê de 30 koçber ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Parêzgariya Wanê di dauxyaniyekê de ragihand, hêzên ewlekariyê li navçeya Westanê ya Wanê roja Pêncşembê 25ê Tebaxa 2022an li ser zanyariyên derbarê qaçaxçîtiya koçberan de operasyoneke pêk anîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, hêzên ewlekariyê li navçeya Westanê di xaleke pişkînînê de xwestine otomobîlekê rawestînin, lê şofêrê otomobîlê nerawestiyaye û reviyaye. Piştî demekê otomobîl hatiye girtin û di nav de 30 koçber hatine desteserkirin.

Parêzgariya Wanê diyar kiriye, 2 kes bi tohmeta “qaçaxçîtiya koçberan” ji aliyê dadgehê ve hatine girtin.