Tebax 15, 2022 21:03 Asia/Tehran
  • Lihevkirinên nîvcû yên Rûsiye û Tirkiyê li ser Sûriyê

Ji dema ku Hevpeymaniya navneteweyî bi behaneya têkoşîna li dijî DAIŞê biryar da ku pişta komên kurd û projeya wan a cudatîxwaziyê li Sûriyê bigire, siyasetên Tirkiyê derbarê vî welatî,

biu mijara ewlehiya neteweyî derbarê xetera kurdan hat girêdan. Li ser vê esasê, Enqere piştî demeke dûr sarbûna peywendiyan bi Rûsiyê ra, bilezûbez xwest ku aştiyê bi Miskoyê ra pêk bîne.

Li gorî rapora Ajansa Sham Times'ê, Erdoxan ji bo vegerandina miliyonek penaberên sûrî, hewcetî bi operasiyona leşkerî li bakûrê Sûriyê heye. lê Amerîka li dijî her cûre berfirehxwaziya Tirkiyê li Rojhilatê Çemê Firatê ye û tirk jî ji ber girêbesta kirrîna balefirên şêrr ên F-35ê karekî nakin ku Amerîkayê bihêrs bikin.

Ji aliyê din va her cûre lihevkirineke nû di navebra Rûsiye û Tirkiyê da li Sûriyê hewcetî bi erêkirina Amerîkayê heye û Amerîkayê jî tu meyl û meraqek ji bo alozkirina bernameyên Rûsiyê ji bo xurtkirina hakimiyeta dewleta Sûriyê li ser bakûrê vî welatî tune.

Ev tê vê wateyê ku lihevkirinên dualî yên Rûsiye û Tirkiyê derbarê Sûriyê, lihevkirinên nîvcû û netemam in. Lihevkirinên mezin ji bo çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyê ji ber dijheviya helwêstên Amerîka û Rûsiyê li ser mijara Ukraynê, nayên bidestxistin. Di dema niha da Rûsiye tenê dikare destûra operasiyona leşkerî li Til Rifetê bide artêşa Tirkiyê.

 

 

Serepeyv