Merasîma Roja Aşûrayê li bajarên Agirî û Îdira Tirkiyê hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335738-merasîma_roja_aşûrayê_li_bajarên_agirî_û_Îdira_tirkiyê_hat_lidarxistin
Merasîma Roja Aşûrayê û salvegera şehîdbûna Îmam Husên (S) û hogirên wî li Kerbelayê li bajarên Agirî û Îdira Tirkiyê hat lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2022 13:58 Asia/Tehran
  • Merasîma Roja Aşûrayê li bajarên Agirî û Îdira Tirkiyê hat lidarxistin

Merasîma Roja Aşûrayê û salvegera şehîdbûna Îmam Husên (S) û hogirên wî li Kerbelayê li bajarên Agirî û Îdira Tirkiyê hat lidarxistin.

Îro Duşemî, 8ê Tebaxa 2022an û 10ê Miherema 1444an a Koça Heyvî salroja şehîdbûna serwerê şehîdan, hezretê Îmam Huseyn (S), îmamê sêyem ê şîeyan e.

Li gorî rapora Kanala TRT'yê, Şîeyên Agirî û Îdira Tirkiyê ku meha Miheremê wek Meha Matemê bi nav dikin, her sal di van rojan da li nav konên şîndariyê û mizgeftan kom dibin û şîndariyê dikin.

Îmam Husên (S) îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê ku di 10ê Miherema sala 61ê Koça Heyvî li Kerbelayê şehîd bû, bi fedakariya xwe ya bêmînak li meydana Kerbelayê, dersa azadetî û serfiraziyê hînî hemû cîhanê kir.