Tebax 04, 2022 15:36 Asia/Tehran
  • Serokê Giştî yê CHP'yê gihîşt gundê Roboskiyê

Serokê Giştî yê CHP'yê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya "Hevdîtina Helalkirinê" de îro beriya kêliyekê gihîşt gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê li Tirkiyê ku di sala 2011'an de 34 welatiyên wî gundî di bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de hatibûn komkujkirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serdana Kemal Kiliçdaroglu bo Roboskiyê û hevdîtina wî bi malbatên qurbaniyên bûyera sala 2011an re di çarçoveya bernameya wî ya “Hevdîtina Helalkirinê” anku  “gerden azakirinê” de ye, ku pêştir ragihandibû.

Malbatên qurbaniyên Roboskiyê bi wêneyên kesûkarên xwe yên qurbanî re çend demjimêran beriya serdana Kemal Kiliçdaroglu li cihê hevdîtina bi wî re amade bûbûn.

Kemal Kiliçdaroglu berî niha derbarê komkujiyên Roboskî, Gumgum (Mereş) û Sêwasê de gotibû ku ew dê ligel kesûkarên qurbaniyên wan komkujiyan bicive û ji wan helaliyê bixwaze.

Roja 28ê Kanûna 2011an balafirên şer ên artêşa Tirkiyê karwaneke kasibkarên bazirganiya sînorî yên ji gundê Roboskiyê li ser sînorê di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyê de bombebaran kiribûn, ku di encamê de 34 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dabûn, û 19 kes ji wan kesan hêj zarok bûn.

Serepeyv