Tebax 02, 2022 21:55 Asia/Tehran
  • Ji despêka îsal heya niha zêde ji 132 hezar koçber li Tirkiyê hatine destserkirin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku ji destpêka îsal ve di nav Tirkiyê de 132 hezar û 430 koçberên neqanûnî hatine destserkirin û 61 hezar û 14 ji wan jî  bo welatê wan hatine deportkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro 2ê Tebaxa 2022ê li ser hesabê xwe yê medya civakî amarên ew  koçberên neqanûnî ku ji destpêka îsal ve di nav Tirkiyê de hatine destserkirin û bo welatê wan hatine deportkirin, belavkirin.

Soylu amaje bi vê yekê da ku ew bi berdewamî bi çêkirina dîwarên beton li ser sînoran rê li ber derbasbûna koçberên neqanûnî bo nav Tirkiye digirin û got: “Di sala 2022ê, 132 hezar û 430 koçber hatine destserkirin û 61 hezar û 14 ji wan bo welatê wan hatine vegerandin.”

Tevî ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dibêje ew berdewamî rê li ber hatina koçberan digirin, lê rojane bi dehan koçber ku piraniya wan Efxan û Pakistanî ne di nav Tirkiyê de tên destserkirin ku ji sînorê rojhilatê vî welatî derbasî Tirkiyê  dibin.

Serepeyv