Babacan: Armanca Erdoxan a êrîşa li ser Sûriyê nixûmandina qeyrana aboriyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335583-babacan_armanca_erdoxan_a_êrîşa_li_ser_sûriyê_nixûmandina_qeyrana_aboriyê_ye
Serokê Partiya Demokrastî û Pêşketinê ya Tirkiyê (DEVA) tevî rexneya ji biryara hikûmeta Erdoxan ji bo êrîşa li ser Sûriyê, got: Armanca van kiryarên Erdoxan nixûmandina qeyrana aboriyê li Tirkiyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2022 03:19 Asia/Tehran
  • Babacan: Armanca Erdoxan a êrîşa li ser Sûriyê nixûmandina qeyrana aboriyê ye

Serokê Partiya Demokrastî û Pêşketinê ya Tirkiyê (DEVA) tevî rexneya ji biryara hikûmeta Erdoxan ji bo êrîşa li ser Sûriyê, got: Armanca van kiryarên Erdoxan nixûmandina qeyrana aboriyê li Tirkiyê ye.

Elî Babacan, Serokê Partiya Demokrastî û Pêşketinê ya Tirkiyê (DEVA) di hevpeyivîneke televîziyonî da got: Dewleta me ev demeke dirêj e ku dixwaze operasiyonekê li Sûriyê bi cih bîne, lê berpirsên hikûmetê ji me ra nabêjin ku sebeba pêkanîna vê operasiyonê çi ye û heta kengî biryar e ku ev cûre operasiyon bên domandin?

Babacan her wiha got: Em ji niyeta hikûmeta Erdoxan piştrast nînin. Berpirsên hikûmetê divê hegerên pêwîstiya vê operasiyonê şirove bikin.

 

Serokê Partiya Demokrastî û Pêşketinê ya Tirkiyê (DEVA) got: Pirsa ku niha derdikeve pêşberî me ev e ku gelo ev operasiyon bi vê armancê pêk tê ku di bereberê hilbijartina bê da şerekî derveyî bi rê xînin û qeyrana aboriyê bidin jibîrkirin û bi vî awayî dengên pêwîst bi dest xînin?