Tîrmeh 25, 2022 10:09 Asia/Tehran
  • 327 Efxanî ji bo dersînorkirinê ji Kirklareliyê bo Stenbolê hatin şandin

215 koçberên bêdestûr ên Efxan ên dê bên dersînorkirin, ji hêla Navenda Paşdaşandinê ya Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Edîrneyê bo Stenbolê hatin şandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Xebatên li ser koçberên bêdestûr li Tirkiyê didomin ku li seranserî Tirkiyê di dîrokên cuda da hatine desteserkirin û li Navendên Paşdaşandinê yên Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bi awayekî berwext tên hewandin.

Di vê çarçoveyê da koçber ber bi welatê xwe paşda tên şandin.

Bi mebesta derînorkirinê ew 215 koçberên bêdestûr ên Efxan, piştî temambûna miemeleyan ji hêla Navenda Paşdaşandinê ya Edîrneyê bi otobusan bo Stenbolê hatin şandin.

Koçberên bêdestûr ên Efxan dê ji Stenbolê bi seferên charter bo welatê xwe bên şandin.

327 koçberên bêdestûr ên Efxanistanî yên ku dê bên dersînorkirin, ji hêla Navenda Paşdaşandinê ya Pehlivankoyê ya Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Kirklareliyê bo Stenbolê hatin şandin.

Xebatên li ser koçberên bêdestûr didomin ku li seranserî Tirkiyê di dîrokên cuda da hatine desteserkirin û li Navendên Paşdaşandinê yên Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bi awayekî berwext tên hewandin.

Di vê çarçoveyê da koçber ber bi welatê xwe paşda tên şandin.

Her wisa 327 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê yên ku miemeleyên wan temam bûn, di bin çavdêriya ekîbên cendirmeyê da li otobusan hatin siwarkirin.

Ev kes ji bo ku bên dersînorkirin dê bo Balafirgeha Stenbolê bên şandin.

Ji Navenda Paşdaşandinê ya Pehlivankoyê di du mehên dawîn da nêzîkî 1500 koçberên bêdestûr bi seferên charter va bo welatên xwe hatin şandin.

Serepeyv