Li Edîrneya Tirkiyê 215 koçberên Efxan tên deportkirin
Li Navenda Koçberan a li bajarê Edîrne ya Tirkiyê 215 koçberên Efxan ku biryar e bo welatên xwe bên deportkirin bo Stenbolê hatin şandin.
Roja Yekşemê 24ê Tîrmehê 2022an 215 koçberên Efxan ku bi awayekî neqanûnî çûbûn Tirkiyê û biryara deportkirina wan hatiye dayîn, ji Navenda Paşdevegerandina Koçberan a li bajarê Edîrneyê bi otubusekê bo Stenbolê hatin şandin.
Hat diyarkirin koçberên Efxan dê piştre ji Stenbolê bi firokeyê bo welatên xwe bêne şandin.
Li gor amarên Îdareya Koçê ya Tirkiye di Hezîrana îsal de 17 hezar koçber û îsal bi giştî jî 54 hezar û 475 koçber ji Tirkiye hatine deportkirin.
Ji tevahiya wan 54 hezar û 475 koçberên hatine deportkirin 23 hezar û 416 ji wan koçberên Efxan in.
Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiye ragihandiye di 6 mehên destpêkê yên îsal de jî rê li hatina 177 hezar koçberan hatiye girtin ku bên bo nav wî welatî.