Tîrmeh 20, 2022 16:43 Asia/Tehran
  • Daketina nirxê lireyê li Tirkiyê jiyana welatiyan zehmet kiriye

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerikî berdewam e û ev yek jî rasterast bandorê li jiyana welatiyan dike.

Sala borî %40 nirxê lîreyê Tirkî daket û îsal jî ev berdewam e û ji destpêka salê heta niha %20 nirxê xwe wenda kiriye.

Nîştecihên parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê dibêjin rewşa aborî ya welatê wan gehiştiye asteke ku jiyana wan têk çûye.

Derbarê vê yeê de nîştecihê Stenbolê Yusuf Polat dibêje: “Daketina nirxê lireyê Tirkî hem madî hem jî ruhî zerar li me kir. Mûçeyê me jî heliya. Kesekî ku mûçeyê wî berê 500 dolar bû niha daketiye 200 dolaran.”

Nîşteciha Stenbolê Yagmur Yildirim jî got: “Rewşa me ewqasî nebaş e ku êdî kes nikare fêkî û şînkahî ji xwe re bikirin. Bav nikarin ji zarokên xwe re xwarin û pêlîstokan bikirin. Ji ber rewşa xirab a jiyanê û krîza aborî ya li welat derûniya mirovan têk çûye.”

Rêveberê Navenda Lêkolînên Asya-Pasifik amaje bi wê yekê dike ku ji ber deynên Tirkiyê yên bi diravên biyanî zêde ne û girêdayî veberdêrên biyanî ye her diçe rêjeya enflasyona wê zêde dibe.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Asya-Pasifik ya Tirkiyê Selçuk Çolakoglu got: “Biryara zêdekirina rêjeya faîzê ya Bankeya Navendî ya Amerikayê ku di bazara cîhanê de serkêş e û lîstikvanek serekî yê aboriyê ye, Tirkiyê jî di nav de bandoreke rasterast û nerênî li aboriya hejmareke welatên ku li ber pêşveçûnê ne kir. Ji ber aboriya van welatan bi piranî girêdayî çavkaniyên derve ye.”

Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê, meha Hezîranê borî rêjeya enflasyonê heta %78.62 bilind bûbû, lê li gor rapora Grûpa Lêkolînan a Enflasyonê (ENAG), rêjeya enflasyonê %175.55 e. Piştî 24 salan yekem car e li Tirkiyê asta enflasyonê hewqasî bilind dibe.

Serepeyv