Tîrmeh 17, 2022 19:38 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê di dereqa heftiyekê de, zêdetirî 5 hezar koçber hatine desteserkirin

Hêzên Operasyona Taybet ên Polîs di dereqa heftiyekê de, 5 hezar û 68 koçberên ku tê gotin bi awayekê neqanûnî derbasî nav Tirkiyê bûne, desteser kirin.

Rêveberiya Koçberiyê ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de, amajeyî girtina van 5 hezar û 68 koçberan di rojên 8 heta 14 Tîrmehê de kir û got: Sercem 2464 koçberên neqanûnî ku 1897 kes ji wan welatiyên efxanistanî û 232 kes jî pakistanî bûn, ji Tirkiyê hatine derxistin.  

Vê saziya Tirkiyê her wiha bal kişand  ser vê yekê ku di vê midehê de, pêşiya derbasbûna 2159 koçberan nav vî welatî hatiye gitin û ragehand ku ji 1 heta 14 Tîrmehê, sercem 54 hezar û 475 koçber ji wan 32 hezar û 416 welatiyên efxan û 6 hezar û 991 pakistanî ji Tirkiyê hatine derxistin û pêşiya derbasbûna 176 hezar û 896 koçberan jî nav axa Tirkiyê hatiye girtin. 

Serepeyv