Tirkiyê mûşeka hewa-bi-hewa test kir
Serokê Pêşeyên berevaniyê yê Tirkiyê qala ceribandina serkeftî ya mûşekahewa-bi-hewa ya bi navê Gökdoğan a çêkirî li vî welatî kir.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Dayli Sabahê, Îsmaîl Demîr, Serokê Pêşeyên berevaniyê yê Tirkiyê li ser hesaba xwe ya twitterê bêyî şiroveya bêjeya xwe ya bikarhatî derbarê vêya ku Gökdoğan li armancên nexuya dixe!..., Nivîsî: Li gorî projeya GÖKTUĞ'ê, ev mûşçek ji mûşekên hewa-bi-hewa ye ku bi şopînerê radarî hatiye avêtin.
Li gorî gotina Îsmaîl Demîr, Gökdoğan ji aliyê Konseya Lêkolînên Teknolojî û zanistê ya Enistîtûya pêşxistin û lêkolînên pêşeyên berevaniyê ya Tirkiyê va û di çarçoveya projeya GÖKTUĞ'ê da hatiye çêkirin.
Serokê Pêşeyên berevaniyê yê Tirkiyê her wiha ragihand: Em ê mûşekên Gökdoğan û Bozdoganê di sala îsal da radestî hêzên xwe yên çekdar bikin.
Wî her wiha nivîsiye: Her du mûşek bi teknolojiya ardûya hişk bi hêza bilind a avêtinê û motora elektronîkî ne.