Tîrmeh 09, 2022 09:29 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê enflasyona kirêya malan ji %92 ye

Navenda Lêkolînên Çînan ser bi Sendîkaya Metal-Iş ya girêdayî DISKê (BISAM) ragihand di Hezîrana 2022ê de enflasyona kirê ne ji sedî 22 ye ya rastî ji sedî 92 ye.

Navenda Lêkolînên Çînan ser bi Sendîkaya Metal-Iş ya girêdayî DISKê (BISAM) raporta xwe ya Zêdebûna Kirê û Enflasyonê ya Hezîrana 2022ê eşkere kir.

BISAM di raporta xwe de dibêje amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ji yên rasteqînê kêmtirin û sedema herî girîng ya vê yekê jî ferqa hesabên kirê ye.

Li gor raporta BISAMê, li gor xerciya enflasyona kirêdaran û nirxên koma madeyên TUIKê ji sedî 70 tê xuyakirin. Li gor endeksa Milkan jî bihayê avahiyên bi kirê ji sedî 155 zêde bûye.

Li gor vê yekê di vê demê de kesên ku ji neçarî ji xaniyekî derkevin, diçin xaniyekî nû û li beramber gefên xwediyê xanî neçar dimînin li gor rêjeya bazarê kireya wan zêde dibe rêjeya enflasyon bo wan ji sedî 92.5 e.

Di raportê de tê gotin li gor amarên TUIKê zêdebûna kireya salane wek ji sedî 22.8 hatiye eşkere kirin lê ev di bin rêjeya enflasyona giştî dimîne.

Serepeyv