Tîrmeh 07, 2022 12:59 Asia/Tehran
  • Rêjeya bêkariyê li Tirkiyê sedî 20,9 zêde bûye

Li gor Saziya Kar a Tirkiyê (ÎŞKUR) li Tirkiyê hejmara bêkaran meha Hezîranê 30 hezar û salane jî 617 hezar kes zêde bû.

ÎŞKURê amarên bêkariyê yên meha Hezîranê eşkere kirin. Li gor amarên fermî, rêjeya bêkariyê meha Hezîranê %0,9 zêde bû û hejmar gihişte 3 milyon û 568 hezar û 171 kesan.

Rêjeya bêkariyê li gor heman meha sala par %20,9 zêde bûye.

Li gor zayendê %51,1 ê bêkaran mêr in û %48,9ê bêkaran jî jin in. Meha Hezîranê 92 hezar û 623 mêr û 61 hezar û 414 jin bi tevahî 154 hezar û 37 kesan bi rêya ÎŞKURê kar peyda kirine.

Herwiha di 6 mehên destpêka sala 2022an de jî bi tevahî 739 hezar û 497 kesan bi rêya ÎŞKURê kar peyda kirine.

Serepeyv