Tîrmeh 06, 2022 20:55 Asia/Tehran
  • Hûrgiliyên gullebarankirina mînîbusa koçberên Efxan li devera Wana Tirkiyê

Li gundê Qerehîsar a navçeya Mehmûdiya Wanê li başrê rojhilatê Tirkiyê minibîseke koçberên Efxanistanê ji aliyê gundparêz û cendirmeyan ve hat gullebarankirin û di encamê de zarokekî koçber ê 4 salî canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Walîtiya Wanê jî derbarê vê bûyerê de daxûyanîyek nivîskî weşand û bûyerê piştraskirin û got: li taxa koçbaşî a navçeya Mehmûdîyê hêzin emnî xwestine minîbûsek bi guman ku 40 koçberên efxan têde bûn rawestînin, lê ajokarê ku nasnama wi ne diyar minîbêsê nedaye rawestandin û di emcamê de ev bûyer qewimîye û kesek mîrîye û 12 kes jî sivik  birîndar bûne. Li gor vê daxuyaniya walîtîyê di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpê kirin û birîndar jî li nexweşxanên cûda ên wanê di bin tedawî de ne.

Tevî vê yekê di derheqê mirîyan de agahîyên cûda cûda hene hin çevkanî dibêjin hejmara mirîyan zêdetir in û birîndar jî giran birîndar bûn û muhtemel e jimara miriyan jî zêde bibe.

Li gundê sînorî Qerehîsarê ku 20 kîlometir dûrî rojhilata Wanê ye di saet 4 berêvarê 3ê vê mehê de minîbûsek koçberên efxanî ji alîyê gundparêz û jendirmeyan ve hat gullebarankirin û di encama bûyerê de zarokek koçber ku 4 salî bû canê xwe ji dest da.

Her wiha parêzgariya Wanê ragihandiye ku ji bo desteserkirina ajokarê minîbusê û kesek ku qaçaxçîtîya koçberan dike operasyon berdewam in û di derbarê qewînê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Serepeyv