TUIKê rêjeya enflasyonê ya Tirkiyê di Hezîranê da aşkere kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335027-tuikê_rêjeya_enflasyonê_ya_tirkiyê_di_hezîranê_da_aşkere_kir
Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) li Tirkiyê enflasyona meha Hezîranê bi rêjeya %4.95 zêde bûye û salane jî gihişte %78.62, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihiştiye %175.55an.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2022 10:45 Asia/Tehran
  •  TUIKê rêjeya enflasyonê ya Tirkiyê di Hezîranê da aşkere kir

Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) li Tirkiyê enflasyona meha Hezîranê bi rêjeya %4.95 zêde bûye û salane jî gihişte %78.62, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihiştiye %175.55an.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro 4ê Tîrmeha 2022an amarên enflasyonê yên meha Hezîrana îsal eşkere kirin.

Li gor amaran, di Hezîrana 2022an da enflasyon bi rêjeya %4.95 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyê gihiştiye %78.62 ku Gulana 2022an ev rêje %73.50 bû.

Li gel amarên TUIKê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %175.55 û ya Hezîrana 2022ê jî bi rêjeya %8.31 zêde bûye.

Rêjeya enflasyonê ya hatiye ragihandin ji sala 1998-an vir va asta herî bilind e.