Hezîran 30, 2022 23:37 Asia/Tehran
  • Amerîkayê bergumanekî ku di êrîşa terorê ya li Tirkiyê de cih girtibû radestî vê welatî kir

Amerîkayê kesekî ku wekî plansazê teqîna terorîstî ya sala 2013an li Reyhanliya Tirkiyê hat naskirin, radestî Tirkiyê kir.

Tirkiye bi çêkirina astengiyan ser riya berfirekirina NATOyê ji Rojava tawîz standin. Fînlanda û Swêd ku namzedên endamtiya NATOyê bûn, soza radestkirina bersûc û sûcdaran dabûn Enqerê û herwiha hat ragihandin ku Washington razî bûye ku balafirên şer ên F-35 radestî Tirkiyê bike.

Di vê navberê de,  Amerîkayê kesê ku tohmetbar e destê wê di êrîşa terorîstî ya li Tirkiyê de heye, radestî Enqerê kir.

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê; Waşîngtonê Mûhemed Gezer ku tê tometbarkirin plankerê êrîşa terorê ya li bajarê Reyhanliya Tirkiyê ye, radestî Enqerê kir.

Yûsif Nazikê ku plansazê teqînên Rihanliyê ye ji ber operasyona terorê Muhemed Gezer sûcdar kir.

Muhamemed Gezer ji ber bazirganiya narkotîkê li Amerîkayê hat girtin. Li ser daxwaza Tirkiyê û bi razîbûna berpirsên dadweriya Amerîkayê, îro Muhemed Gezer bo Enqerê hat veguhestin û radestî polîsên Tirkiyê hat kirin.

Di sala 2013’an de li ber avahiya posta Rihanli ya nêzî sînorê Sûriyê du teqîn pêk hatin û 53 kes mirin.

Serepeyv