Tirkiyê 131 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê dersînor kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334844-tirkiyê_131_koçberên_bêdestûr_ên_ji_efxanistanê_dersînor_kirin
Di çarçoveya sepandinên li hemberî kesên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûne da 131 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê hatin qefaltin û ew li Balafirgeha Stenbolê balafirê hatin siwarkirin û ber bi Efxanistanê va hatin şandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 26, 2022 05:59 Asia/Tehran
  •   Tirkiyê 131 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê dersînor kirin

Di çarçoveya sepandinên li hemberî kesên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûne da 131 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê hatin qefaltin û ew li Balafirgeha Stenbolê balafirê hatin siwarkirin û ber bi Efxanistanê va hatin şandin.

Ajansa Anatoliyê nivîsiye: "Di vê çarçoveyê da miemeleya der heqê 131 koçberên bêdestûr ên hêzên ewlehiyê ew qefaltibûn û teslîmî navenda paşveşandinê kiribûn temam bû û Serokatiya Îdareya Goçê bo wan ewraqê gerê amade kir û ew şandin Balafirgeha Stenbolê. Di bin kontrola polês û cendirmeyan da koçber ji cihên kontrolê derbas bûn û ji bo bişînin Efxanistanê li balafirê hatin siwarkirin."