Quntara Çiyayê Sîpanê bi nîlûferan xemilî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334714-quntara_Çiyayê_sîpanê_bi_nîlûferan_xemilî
Li quntara Çiyayê Sîpanê ya di navbera sînorên Wan, Agirî û Bidlîsê da ye di nav golan da nîlûfer vebûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 20, 2022 09:57 Asia/Tehran
  • Quntara Çiyayê Sîpanê bi nîlûferan xemilî

Li quntara Çiyayê Sîpanê ya di navbera sînorên Wan, Agirî û Bidlîsê da ye di nav golan da nîlûfer vebûn.

Nîlûferên di golan da vebûn merivan heyran dihêlin.

Endamên Komaleya Wênekêşên Gerdûnî hatin herêmê û ketin avê û dîmenên kulîlkan kişandin.

Mamoste Emîne Galîç Şengozê got ji bo kişandina wêneyên kulîlkan ew bi hevalê xwe va hatiye û wiha axivî: "Nîlufer sipî çîl in û pir xweşik in. Li quntara Çiyayê Sîpanê dîmeneke bêhempa nîşanî me didin. Me eksa wan a li ser avê kişand. Em benda hemû siruşthezan in ku bila werin."

Yusuf Çelîk jî got ji bo wênekêşan ev der cihekî gelek baş e ku bila ew bên vê derê.