Li Stenbolê 11 rêvebirên HDPyê hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334638-li_stenbolê_11_rêvebirên_hdpyê_hatin_desteserkirin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê 11 rêvebirên wan ên navçe û bajarê Stenbolê desteser kirine. Tê amajekirin hejmara kesên werin desteserkirin, dibe ku zêde bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2022 13:48 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê 11 rêvebirên HDPyê hatin desteserkirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê 11 rêvebirên wan ên navçe û bajarê Stenbolê desteser kirine. Tê amajekirin hejmara kesên werin desteserkirin, dibe ku zêde bibe.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Roja 12ê Hezîranê li Stenbolê bi beşdariya parlamenter û alîgirên HDPyê bi mebesta ku balê bikêşînin ser rewşa rêberê girtî yê PKKyê, Abdullah Ocalan, çalakî hatibû lidarxistin û di wê çalakiyê de di navbera polîs û HDPyiyan de rakêşî rû dabû. 2 kesên beşdarî çalakiyê bûbûn hatibûn girtin.

Di vê çalakiyê de dirûşmeyên ji bo Ocalan hatine avêtin, wek sedema desteserkirina 11 rêvebirên HDPyî tê destnîşankirin.