Hezîran 11, 2022 14:23 Asia/Tehran
  • 16 endamên Komeleya Çavdêriya Koçê hatin girtin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, hevserokên wê jî di nav de 16 endamên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇZÎDER) bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 6 kes jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.

3ê Hezîrana 2022ê di çarçoveya Lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de Hevserokên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇZÎDER) Kamile Kandal û Mehmet Bogatekîn jî di nav de 22 endamên wê komeleyê hatibûn destserkirin û 8 roj bûn li Navenda Ewlekariya Vatanê ya Stenbolê dihatin ragirtin.

Li gor medya Tirkiyê, endamên GOÇZÎDERê piştî karûbarên îfadeyê bi mercê girtina bi hinceta “endamtiya rêxistinê”  bo dadgehê hatine şandin.

Hat ragihandin ku ji wan 22 endamên Komeleya Çavdêriya Koçê hevserokên wê jî di nav de 16 kes hatine girtin û 6 kes jî bi mercê kontrola dadî hatine berdan.

22 endamên Komeleya navborî li navenda ewlekariyê bi “endamtî û dabînkirina çavkaniyên darayî bo rêxistinê” hatibûn tohmetbarkirin. Di dema karûbarên îfadeyê de 3 pirtûkên ku komleya navborî derbarê rûbirûbûnên sala 2015ê yên li Kurdistana Tirkiyê û valakirina gundan di salên 1990ê de û koçandina xelkê vê herêmê de nivîsîbûn û çap kiribûn weke tawan hatibûn diyarkirin.

Li gor zanyariyan di dema îfadeyê de hêzên ewlekariya Tirkiyê ji endamên GOÇZÎDER pirsên wek “we bo nivîsîna van pirtûkan ji kê ferman wergirtiye? pirs kirine û ev pirtûk wek “sivkatîkirina li dewletê” hatine hesabkirin.

Serepeyv