Hezîran 10, 2022 18:48 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hejmara bêkaran li Tirkiyê

Saziya Amaran a Tirkiye (TUIK) ragihand ku li Tirkiyê rêjeya bêkariyê di meha Nîsana 2022ê de %0.1 zêde bûye û gihiştiye %11.3.

Saziya Amaran a Tirkiye (TUIK) amarên bêkariyê ragihand: Hejmara bêkarên ku temenê wan 15 sal û jortir e, di Nîsana 2022ê de li gor meha Adarê 65 hezar kes zêde bûne û hejmara bêkaran gehiştiye 3 milyon û 853 hezar kesan.

TUIKê di raporta xwe de diyar kiriye, bêkariya giştî ya navendî ya 12 mehan jî %12 ye. Rêjeya bêkaran li gor meha Nîsana sala 2021ê jî %2.4 kêm bûye.

Li gor amarên TUIKê li Tirkiyê, di meha Nîsanê de hejmara kesên dixebitin 408 hezar kes zêde bûye û gihişte 30 milyon û 371 hezar kesan.

Lê li gor lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK- AR) hejmara kesên bêkar li Tirkiyê gihişte 8 milyon û 107 hezar kesan. Li gor amarên DISK-ARê rêjeya bêkariyê %21.7 e.

DISK-ARê destnîşan kiriye, di Nîsana 2022ê de hejmara kesên bêkar li gor meha Nîsana 2019ê (berî Coronayê) milyonek û 595 hezar zêde bû û meha Nîsana 2022ê gihişte 8 milyon û 107 hezar kesan.

Li Tirkiyê gelek caran opozîsyon û saziyên serbixwe rexneyan li amarên saziyên hikûmî û di serî de jî li TUIKê digrin û dibêjin amarên tên eşkerekirin ne rast in.

Di vê navberê de li Tirkiyê daketina nirxê Lîreya Tirkî û zêdebûna rêjeya enflasyonê dewam dike. Çarşema borî lîre ji sedî 2 daket û her dolarek bi 17,15 lireyî dihat firotin. Roja Îna borî rêjeya enflasyonê li Tirkiyê %73 hat ragihandin.

Serepeyv