Bo caran çendan di mehên dawî da, careke din bihayê Lîreyê li hemberî dolarê daket
Hezîran 06, 2022 18:18 Asia/Tehran
Bi derbasbûna bihayê dolara Amerîkayê ji 16.55 lîreyî, asta kêmbûna bihayê pereyê Tirkiyê di sala 2022an da sedî 20 derbas kir.
Bihayê her dolarî li Tirkiyê îro gihîşte 16,55 lîreyî û bi vî awayî lîreya Tirkiyê careke din beşeke din a nirxa xwe li hemberî pereyên biyanî ji dest da û bi vî rengî qeyrana aborî li vî welatî roj bi rojê girantir dibe.
Bihayê lîreya Tirkiyê di sala 2021ê da jî sedî 44 kêm bûbû.
Karzan bawer in ku kêmbûna berdewam a nirxa lîreya Tirkiyê ji ber siyasetên aborî yên dewleta Erdoxan û siyaetên wî yên bi gengeşe li navçeyê ye.
Nûredîn Nebatî wezîrê heyîtiyê yê Tirkiyê roja borî pêşbînî kir ku nirxa zamê (înflasiyon) li Tirkiyê di sala 2022an da sedî 48-49 be.