Serokwezîrê Pakistanê çû Tirkiyê
Serokwezîrê nû yê Pakistanê Şehbaz Şerîf îro Çarşemê gihişte paytexta Tirkiyê Enqerê.
Piştî serdana meha borî ya Şahbaz Şerîf bo Erebistana Siûdî, Tirkiye duyemîn cihê sefera herêmî ya Şahbaz Şerîf e. Şehbaz Şerîf di 11’ê Nîsana 2022’an de bi dengdana Parlamentoya Pakîstanê ji bo 23’yemîn Serokwezîrê Pakistanê hat hilbijartin.
Li gor nûçeya ajansa IRIB; Wezîrên derve, bazirganî û tenduristiyê jî ligel Şahbaz Şerîf di vê serdana du rojî de bi Şerîf re çûne Tirkiyê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Saziya Serokomariya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di vê serdanê de ku bi boneya 75emîn salvegera pêwendiyên her du welatan hat lidarxistin, dê mijarên dualî û herêmî bên gotûbêjkirin û dê çend belgeyên hevkariyê bên îmzekirin.
Serokwezîrê Pakistanê dê yekem car li Enqerê bi Wezîrê Derve Mevlûd Çavuşoglu re û piştre jî bi Wezîrê Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyê Mihemed Mûş re hevdîtin bike.
Herwiha biryar e Şehbaz Şerîf bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jî cuda bicive.