May 30, 2022 18:13 Asia/Tehran
  •  RTUKê ji ber gotinên serokê CHPyê kanalên televizyonê ceza kirin

Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan a Tirkiyê ji ber weşandina vîdeoya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya derbarê Erdogan de ku dibêje bi rêya Weqfên TURGEV û Ensarê pere veguhestine Amerîkayê, li ser kanalên KRT, Tele 1, Flash û Halk TV cezayê pereyan sepand.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li gor agahiyên hatine belavkirin Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan a Tirkiyê îro 30ê Gulana 2022ê civiyaye û derbarê çend weşanan de gotûbêj hatine kirin.

Endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan Ilhan Taşçi li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê biryarê de peyamek belav kir û nerazîbûna xwe pêşan da.

Taşçi di peyama xwe de dibêje: “RTUKê ji ber weşandina vîdeoya Kiliçdaroglu ya derbarê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ku dibêje bi rêya weqfên TURGEV û Ensarê pere veguhestina Amerikayê bi piraniya dengan bo kanalên televizyonê KRT, Tele 1, Flash û Halk TVyê bi rêjeya ji sedî 3 cezayê pereyan daye. Biryar darbeyeke bo azadiya ragihandinê, demokrasî û mafê wergirtina nûçeyan.”

 

Taşçi di peyama xwe de amaje bi wê yekê dide ku RTUK bi vê biryara xwe çavê weşangeran ditirsîne ku tê wateya eger belge jî hebin tiştê tên gotin rast bin jî dikare sansur bike. Berî çend rojan Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê bi vîdeoyekê Erdogan bi veguhestina pereyan bi rêya hinek weqfan tohmetbar kiribû û gotibû: "Belge di destê min de hene ku ev kar hatiye kirin û Erdogan amadekariyên reva ji Tirkiyê dike."

 

 

Serepeyv