May 29, 2022 23:08 Asia/Tehran
  • Erdogan li dijî serokê partiya muxalefetê Klîlççdaroglu doz vekir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî serokê partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê, Partiya Komarî ya Gel (CHP) doz vekir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê ji zarê Diken News`ê, serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan çend roj berê li dijî serokê Partiya Komarî ya Gel Kemal Kiliçdaroglu doz vekiribû.

Kilîçdaroglu roja Sêşemê di gotareke televîzyonî de gotibû ku Erdogan û derdorên wî yên xizmatî û siyasî plan dikin ku ger li hilbijartinan ser nekevin ji Tirkiyê derkevin da ku ji aliya dadwerî û dadgehkirinê rizgar bibin. loma wan gelek pereyên vî welatî şêlandine û şandine derve. Serokê CHP di vê derbarê de gelek tweet jî belav kirine.

Erdogan di dozê de milyonek lîre (6600 dolar) cirm û xeramet daxwaz kiriye.

Serokerkaniya Tirkiyê ev îdia red kir û gotiye ku ewê li dijî serokê opozîsyonê dozê veke.

Serepeyv