Babacan: Nabe partiyek biryarê li ser operasyona derveyî sînor bide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334255-babacan_nabe_partiyek_biryarê_li_ser_operasyona_derveyî_sînor_bide
Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan diyar kir ku nabe tenê partiyek biryarê li ser operasyona derveyî sînor bide. Babacan got ku wê pirsa Kurd çareser bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 29, 2022 04:55 Asia/Tehran
  • Babacan: Nabe partiyek biryarê li ser operasyona derveyî sînor bide

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan diyar kir ku nabe tenê partiyek biryarê li ser operasyona derveyî sînor bide. Babacan got ku wê pirsa Kurd çareser bikin.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan li Stenbolê tevlî kongreya partiya xwe ya li navçeya Başakşehîrê bû.

Babacan li ser îhtimala operasyona Tirkiyê ya ser kurdên Sûriyê ragihand, ti partî li ser nehatine agehdarkirin û wiha got; “Divê pirsên ewlekariyê yên derve û biryarên giring ên stratejîk, ligel partiyên din şêwirî bê kirin, sedem û rewatiya wê diyar bikin.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan bêyî behsa çawaniya çareserkirinê bike, di derbarê çareserkirina pirsa Kurd de jî diyar kir ku wê hem pirsa Kurd û hem jî ya Elewiyan çareser bikin.