Serdana Erdogan a Komara Azerbaycanê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser vexwendina hevtayê xwe yê Azerbaycanê Îlham Aliyev çû Bakuyê.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di şerê 44 rojî yê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê de bi tundî piştgirî da Bakuyê. Vê desteka dîplomatîk, çekî û îstîxbaratî ermenî hêrs kir. Lê tevî nerazîbûnan jî ev piştgirî didome.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, serokomarê Tirkiyê ji bo beşdariya li roja neteweyî ya Komara Azerbaycanê û pişkdariya li pêşangeha Technofest (Festîvala Teknolojiyê) li Bakûyê, dê serdana Komara Azerbaycanê bike.
Di vê seferê de wezîrên karên derve, perwerde, çandinî û daristanî, veguhestin û binesaziyê, berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê, Serokê Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê jî dê li gel wan be.