Cotmeh 05, 2025 22:29 Asia/Tehran
  • Nerazîtiyên cîhanî li himberî rawestandina karwanê Sumûdê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve

Piştî kiryara hêzên Rejîma Siyonîst ya zevtkirina karwanê Sumûdê bi dehan hezar kes li bajarên cîhanê daketin kolanan û tevî şermezarkirina êrişa artêşa terorê daxwaza bidawîanîna şerê li Xezzeyê kirin.

Li gorî raporên medyaya cîhanê, ji bilî viya ku li welatên misilman bi hezaran kes daketine kolanan û zevtkirina karwanê alîkariyê yê Sumûdê  ji aliyê  Rejîma Siyonîst ve şermezar kirin, li welatên ewropî jî pêlek mezin a xwepêşandanên dijî siyonîstan bi rê ketiye û alîgirên Filistînê li bajarên Barselona, ​​Roma, Mîlan û Londonê jî ji bo hevgirtina bi karwanê Sumûdê re xwepêşandan li dar xistin û nerazîbûna xwe ji  ber cinayetên berdewam ên rejîma siyonîst nîşan dan. Associated Pressê di raporekê de dîmenên girseya neraziyan li seranserê Ewropayê, ala û pankartên filistînî bo piştgiriya ji gelê Filistînê û kêliyên pevçûnên polîsan bi neraziyên alîgirê Filistînî re wekî belgeya hevgirtina cîhanî bi gelê Filistînê re, şermezarkirina zevtkirina keştiyên Karwanê Sumûdê û dengvedana  nerazîtiyên cîhanî li dijî rejîma siyonîst zanî. Alîgirên Filistînê bona hevgirtina bi karwanê keştiyên Sumûdê piştî zevtkirina keştiyan ji aliyê hêzên  siyonîst ve li Barselona, Spaniyayê dest bi xwepêşandana kirin û bi dehan kes di pevçûnên di navbera polîs û xwepêşanderên alîgirê Filistînê li Barselonayê birîndar bûn an hatin girtin. Xwepêşanderên alîgirê Filistînê li meydana Sen  Cîyowanî li Romayê kom bûn û daxwaza bidawîanîna şerê Xezzeyê û azadkirina keştiyên Sûmûdê kirin. Li Stenbolê jî mîtîngek nerazîbûnê li dijî desteserkirina  karwanê alîkariyê yê Sûmûdê  ji hêla rejîma Siyonîst ve hate lidarxistin, û piştgirên Filistînê li Tirkiyê cinayetên Rejîma Siyonîst şermezar kirin û daxwaza azadkirina kesên ku di karwanê Sûmûdê de hatine girtin kirin. Piştgirên Filistînî li Boynis Ayrisa Arjantînê jî, jibo hevgirtina bi karwanê alîkariyê yê Sûmûdê re piştî ku keştî ji aliyê hêzên siyonîst ve hatin zevtkirin, xwepêşandan li dar xistin û cinayeta  siyonîstan bi tundî şermezar kirin. Li Pîşawer û Lahûrê li Pakistanê, li Brazîlyaya Birazîlê, li London û Glasgoyê li Mîlana Îtalyayê, li Kelketa Hindistanê, her wiha piştgirên Filistînê di xwepêşandanên berfireh, zevtkirina karwanê Sûmûdê  ji aliyê rejîma siyonîst ve wek heqaret û bêrêziy  li civaka navneteweyî zanîn û ew şermezar kirin û bang li hikimdarên cîhanê kirin ku ji bo cinayetên rejîma siyonîst a zarokkuj sînorekê diyar bikin û berevaniya gelê Filistînê bikin..

Serepeyv