Kiliçdaroglu ji bo bidest xistina dengên kurdan: Em ê çarenivîsa Tirkiyê biguherînin
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, got; em ê çarenivîsa Tirkiyê biguherînin. Kiliçdaroglu, li Wanê di Komxebata Şaredarên CHPê de axivî û bang li welatiyan kir û got: “Heger hûn bixwazin Selahedîn Demîrtaş bê azadkirin û kesên fikir û ramana xwe aşkere dikin neyên girtin piştgiriya me bikin.”
Kiliçdaroglu her wiha got: “Em ê ne tenê çarenivîsa Wanê; lê em ê çarenivîsa Tirkiyê biguherînin. Heger hûn bixwazin Selahedîn Demîrtaş bê azadkirin piştgiriya me bikin, heger hûn bixwazin Osman Kavala were azadkirin destekê bidin me. Da ku kesên fikir û ramana xwe aşkere dikin neyên girtin piştgiriya me bikin.”
Kiliçdaroglu bal kişande ser wê yekê û got: “Ji bo şaredariya Wanê jî qeyûm hatiye tayînkirin. Welatî ji vê yeke gelek aciz in. Ez bang li welatiyên me dikim; em li dijî danîna qeyûman in. Em ê dawî li rêbaza danîna qeyûman bînin. Di heyama desthilatdariya me de yê bi hilbijatinê bê dê bi hilbijartinê jî biçe.”
Serokê Giştî yê CHPê dibêje: “Kesên ku ji vî welatî hez dikin û berjewendiyên vî welatî diparêzin divê bi hev re bibin. Bêyî ku em ferq û cidahiyê têxin nava aliyên Rojhilat û Rojava, Bakur û Başûr de divê em her kesê hembêz bikin.”
Kiliçdaroglu herwiha got “Erdogan dibêje ti kes nebirçî ye lê ew ji rastiyên Tirkiyê dûr ketine. Em dizanin çavkaniyên vî welatî diherikînin derveyê welat, lê em rê nedin ku ti kes vî welatî bişelîne.”
Hêjayî gotinê ye ku Kiliçdaroglu bi eşkera piştgiriya Erdogan di êrişa vê dawiyê ya ser Herêma Kurdistanê girt.