Li Dîlokê agir bi kargeheke mafûran ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334226-li_dîlokê_agir_bi_kargeheke_mafûran_ket
Li parêzgeha Dîlokê ya Kurdistana Tirkiyê agir bi kargeheke mafûran ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 27, 2022 11:39 Asia/Tehran
  •   Li Dîlokê agir bi kargeheke mafûran ket

Li parêzgeha Dîlokê ya Kurdistana Tirkiyê agir bi kargeheke mafûran ket.

Li Dîlokê li Sêyemîn Herêma Pîşesaziya Organîzeyê di kargeheke mafûran de agir derket. Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin. Tîmên agirvemirandinê piştî 4 demjimêran agir kontrol kirin. Di encama agir de zerara madî çê bû.

Sedema şewatê nahtiye zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.