May 26, 2022 19:45 Asia/Tehran
  • Weşanxaneyên Kurdî bo pêşengeha li Bedlîsa Kurdistana Tirkiyê nehatine vexwendin

Weşanxaneyên Kurdî bo “Pêşengeha Pirtûkan a Bedlîsê a Yekemîn” li Kurdistana Tirkiyê nehatin vexwendin.

Li parêzgeha Bedlîsê ya Kurdistana Tirkiyê, Weqfa Perwerde û Danasînê ya Bedlîsê (BETAV), Parêzgariya Bedlîsê, Şaredariya Bedlîsê û Zanîngeha Eren a Bedlîsê bi hevparî, “Pêşengeha Pirtûkan a Bedlîsê a Yekemîn” rêk xistin. Pêşengeh dê heta 29ê Gulanê berdewam bike.

Pêşangeh bi beşdariya gelek weşanxane û nivîskaran li Qada Cumhuriyetê birêve diçe, lê ji ber weşanxaneyên Kurdî nehatine vexwendin, rexne li amadekarên pêşengehê tê kirin.

Ji weşanxaneyên Kurdî tenê Nûbihar beşdarî pêşangehê bûye, ew jî ne ku hatiye vexwendin, bi xwe serî lê dane û beşdar bûne.

Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevik ji Rûdawê re ragihand ku ji bo beşdarbûna pêşangehê vexwendname bo wan nehatiye şandin.

Suleyman Çevik got: “Em bi rêya medyaya civakî û hinek nas û dostan ji pêşengeha Bedlîsê agahdar bûne. Paşê ji bo beşdariyê serî lê dane û daxwaza wan hatiye qebûlkirin. Lê  ji bilî Nûbiharê ti weşanxaneyeke Kurdî tineye.

Çevik herwiha got, li Pêşengeha Pirtûkan a Bedlîsê eleqeyeke zêde ya xwîneran ji bo weşanên wan ên Kurdî hene.

Serepeyv