May 25, 2022 18:53 Asia/Tehran
  • Tirkiyê û PKKê derbarê şerên xwe de li Zap û Avaşînê amareke nû belav kirin

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku operasyona wan a li dijî PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de û bi taybet li devera Zap, Avaşîn-Basyanê berdewam e û got, ji destpêka operasyonê ve heta niha zêdeyî 100 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên PKKê jî ragihandin ku di şerê duh de bi tenê 12 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

Duh Sêşembê li navçeya Zapê di navbera şervanên PKKê û artêşa Tirkiyê de şerekî giran derket û di encamê de 5 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Piştî vî şerê giran, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar tevî şandeke pilebilind a artêşa Tirkiyê ku ji Serfermandarê Artêşê Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Musa Avsever û Fermandarê Hêzên Esmanî Hasan Kuçukakyuz pêk dihat, serdana xeta sînor li ser sînorê parêzgeha Şirnexê kir.

Akar li Şirnex û Çelê serdana baregehên hêzên Tirkiyê kir û bi rêya videokonferansê ji fermandarên yekîneyên li ser erdê zanyariyên herî dawî wergirt.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand, duh li şikeftekê li devera Zapê di navbera hêzên wan û şervanên PKKê de şer derketiye û diyar kir, heta niha di çarçoveya operasyona Pence-Kilît de zêdeyî 100 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.

Akar diyar kir tevî şert û mercên nebaş û dijwar ên erdê û hewayê jî operasyona artêşa wî welatî li navçeyê ji bejayê û hewayê berdewam dike.

Akar bal kişand ser wê yekê ku dê operasyon weke hatiye plankirin bidome û got: “Operasyonên me yên seriya Penceyê berdewam in. Ev zincîrek e û xeleka dawî ya zincîrê jî Operasyona Pence-Kilît e û di dewamê de îdia kir: Bi encamdana serketî ya vê operasyonê em dê hem qiflê bigrin hem jî kontrola tam a sînorên xwe misoger bikin. Em pir nêzîkî wê ne.”

Li aliyê din, medyayên nêzî PKKê diyar kirine ku di şerê duh de li herêma Çiyareş a Zapê de 12 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha li gor heman çavkaniyan, şervanên PKKê dest danêne ser 6 çekên leşkerên Tirkiyê

Baskê çekdar ê PKKê jî di daxuyaniyeke nû de nasnama du şervanên xwe ku roja 19ê mehê di şerê li dijî Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, aşkere kir.

Baskê çekdar ê PKKê ragihand ku wan 483 leşkerên Tirkiyê kuştine û 30 şervanên wan jî canê xwe ji dest dane. 

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana 2022 ve operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de li dijî PKKê dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Serepeyv