May 23, 2022 10:16 Asia/Tehran
  • Kemal Kilîçdaroxlû wek berendamê CHPyê bo hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê hat nasandin

Alîkarê serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) Kemal KIlîçdaroxlû wek berendamêvê partiyê di hilbijartina sala bê ya Tirkiyê da nasandin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya ISNAyê, Englîn Altay Alîkarê serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) ragihand: Kemal Kilîçdaroxlû rêberê vê partiyê dê berendamê CHPyê di hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê ya sala 2023an be.

Altay di civîneke nûçeyî da tevî amajeya bi ezmûn û tecrubeyên Kilîçdaroxlû wek wek berendamê herî guncan ê vê partiyê di hilbijartina serokkomartiyê da zanî.

Wî di dewamê da îhtimala nasandina berendamekî yekane ji aliyê partiyên dijber va red kir û got: Şeş partiyên dijberê dewleta Tirkiyê dê di çarenûsa vî welatî da bibandor bin.

Hilbijaartina serokkomaartiya Tirkiyê dê Hezîrana 2023an were lidarxistin.

 

Serepeyv