May 19, 2022 23:29 Asia/Tehran
  • Leşkerekî Tirk li Sûriyê hat kuştin

Leşkerekî din ê Tirkiyê di encama destwerdana artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê hat kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, wezareta berevaniya Tirkiyê roja pêncşemê ragihand ku serbazekî din ê vî welatî li bakurê Sûriyê hatiye kuştin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 13 meh berê di encama topeke hawanê ya endamên PKK’ê yên li herêma Çiqlê Zeytûnê ya li Bakurê Sûriyê de leşkerekî Tirk birîndar bû.

Wezareta Parastinê beriya niha ragihandibû ku di êrîşê de leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Êrîşên artêşa Tirkiyê li ser bakurê Iraq û Sûriyê berdewam in, di demekê de ku hikûmet û xelkê her du welatan binpêkirina serweriya xwe ji aliyê artêşa Tirkiyê ve protesto dikin û daxwaza rawestandina êrîşan dikin.

Nûnerê Iraqê li Neteweyên Yekbûyî duh giliya fermî ya Bexdayê li dijî Enqereyê pêşkêşî Civata Ewlekariyê kir û tê de daxwaza vekişandina hemû hêzên Tirkiyê kiribû.

Serepeyv